FAO: Divê polîtîkayên ku hilberîna çandiniyê zêde dike bên pêşxistin

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî "FAO" di civînekê de diyar kir divê polîtîkayên ku hilberîna çandiniyê zêde dike û çavkaniyên xwezayî diparêze bên pêşxistin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî "FAO" di civînekê de diyar kir ku divê polîtîkayên ku hilberîna çandiniyê zêde dike û çavkaniyên xwezayî diparêze bên pêşxistin û banga pêwîstiya bi cîbicîkirina gelek tedbîran kir. Her wiha bal lê kişand ku di nav de veberhênana li welatên ku herî zêde hewcedar in û herî zêde ji bihayên bilind ên xwarinê bandor bûne.

Rêxistinê da zanîn ku bûyerên dawî, ji pandemiya corona bigre heya krîza avhewa, pevçûnên li çaraliyê cîhanê û şerê li Ukraynayê, bi gelek awayan bandor li pergalên çandinî-xwarinê kiriye.

Rapora dawî ya ku li ser rewşa Ewlekariya Xwarinê li Cîhanê ya 2022'an hate weşandin piştrast kir ku birçîbûn li cîhanê di sala 2021'an de dîsa zêde bû, di sala 2021’an de 828 mîlyon mirov ji birçînê rastî zehmetiyên mezin ên jiyanî mane, li gorî sala 2020’an 46 mîlyon zêde bûye.