Eyşe Efendî: Gelê Kurd bi rêber û tevgera xwe ji bo hemû pêvajoyan amade ye
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, Eyşe Efendî der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de teqez kir ku dewleta Tirk bi giraniyeke bi guman pêvajoyê dimeşîne û diyar kir ku ev bandoreke neynî li ser aştiyeke mayînde dike.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava pergaleke îşkence û tecrîdê de di 27’ê Sibata 2025’an de ji bo çareseriyeke mayînde li Kurdistanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin.
Abdullah Ocalan û tevgera Kurd bi gelek gavên mezin niyeta xwe ya biserxistina pêvajoyê dan diyarkirin ku ev zêdetirî salek e pêvajo ji ber nezelalbûna helwesta dewleta Tirk û gavneavêtinên hiqûqî, pêvajo lawaziyê dijî.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Eyşe Efendî têkildarî rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
Eyşe Efendî got: “Dema peyama Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de hat weşandin, di pêvajoyeke wiha de hat ku hemû cîhan di aliyê siyasî de kilît bûbû pêvajoyên heyî ber bi ku ve diçin ne diyar bû. Agahî bi temamî ji Rêber Apo qut bibû, dibe ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hevdîtin pê re çêdibin lê wekî gelê Kurd û tevgera wê em bê agahî bûn.”
‘Niyeta rêber tevger û gelê Kurd zelal e’
Eyşe Efendî li ser gavên ku ji aliyê Tevgera Kurd ve hatine avêtin wiha got: “Di 27’ê Sibatê de hemû gelê Kurd û civaka navdewletî li benda peyama Rêber Apo û ragihandina vê pêvajoyê bû. Jixwe di wê demê de bi piranî naveroka mijarê fam nekirin û di şoqê de man. Ji ber vê jî xemgîniyeke mezin û bêmoraliyê xwe da der ku ew kêlî heta niha jî di bîra me de zindî ne. Jixwe gavên vê pêvajoyê yên destpêkê li Bakurê Kurdistanê, di nava gerîla û li serê çiyayan hatin avêtin. Di destpêkê de me dît gelek civîn û kongre hatin lidarxistin, piştre jî sembolîk merasîma şewitandina çekan pêk hat. Bi wateyeke din tevger û gelê Kurd niyeta xwe a zelal ya li hemberî misogeriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk raber kirin.”
‘Hemû alî bi guman nêzî dewleta Tirk dibin’
Eyşe Efendî di domandina nirxandina xwe de bal kişand ser helwesta dewleta Tirk û got: “Em dizanin dîroka hikumeta Tirk a li hemberî gelê Kurd bi îxanet, qirkirin, komkujî û felaketan dagirtî ye. Ji ber vê jî helwest û nirxandinên ku xwe didan der teqez dikirin ku baweriya wan bi partiyê û rêberê wê heye lê baweriya wan bi dewleta Tirk tune ye di vê mijarê de. Em ji bîr nekin jî ku beriya niha Rêber Apo û Tevgera Kurd gelek caran hewl daye aştiyê misoger bikin û şerê çekdarî rawestînin lê her dem jî dewleta Tirk binpê kiriye û nepejirandiye. Yanî em dibînin ev zêdetirî salekê ye jî heta niha tenê meclîs hatiye avakirin û derxistina zagoneke ku mafê gelê Kurd biparêze di rojevê de ye. Wekî din tu gavên berbiçav nehatine avêtin.”
‘Mijarên girîng ên bi bandor divê werin şîrovekirin’
Eyşe Efendî li ser pêwîstiyên lezgîn ên pêvajoyê ku divê dewleta Tirk bike, ev mijar anîn ziman: “Niha çi tê xwestin? Divê di destpêkê de tevahî girtiyên li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî yên di bin navê doza Kobanê serbest werin berdan. Li aliyekî din ev meclîsa ku hatiye avakirin divê bi mîsyona xwe rabe û di zûtirîn demê de zagon derkeve, dest bi xebatên wê yên hiqûqî bibe. Her wiha ji bo kadroyên tevgera me yên li çiyayên Kurdistanê çarseriyeke qanûnî were dîtin ku ew jî çarenûsa xwe bizanibin û tevlî pêvajoyê bibin. Bêguman ya sereke û herî girîng jî divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çareseriya herî bingehîn were pêkanîn.”
‘Em ji bo hemû pêvajoyan amade ne’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî nirxandina xwe bi vê helwestê bi dawî kir: “Eger ev pêvajo nemeşe û were bidawîkirin ku hêviya me ew nîn jî lê dîsa jî ez dibêjim wê demê wê gerîlayên me biryara xwe bigrin. Pêşengên ku ji bo aştiyê çekên xwe şewitandin, ew ê biryara xwe bidin weke gel jî em li pey biryara hevalên xwe ne. Şervanên me hene, bi hezaran fedayiyên vê dozê hene, ji ber vê jî tu carî ev doz nayê tunekirin. Hêza me heye û têkoşîna me mezin e. Her wiha ya girîng ew e ku yekîtiyeke neteweyî di bin sîwana Kongreya Neteweyî a Kurd de were avakirin û xwe bide ragihandin. Lewra jî pêwîst e û girîng e ya niha gelê Kurd bi temamî di nava seferberiyê de be ku em vê pêvajoyê bigihîjînin serkeftinê û hebûna xwe ji tunekirinê biparêzin”.