“Evîndariya qoltixan wijdan kiriye kevir!”
Nobeta edaletê ya malbata Senyaşar di roja 323’an de ye. Malbatê ev parvekirin kirin: “Ger dozgerên komarê empati bikirina û dengê wîjdanên xwe guhdar kiriban; wê hewcedarî bi daxwaza me ya edaletê nemabûya.”

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di roja 323’an çalakiya xwe de tevlî nobetê nebû, Ferît Şenyaşar danê sibehê li ber pankarta kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest bi nobetê kir.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Nobeta me ya bi xwaza edaletê ya li ber Edliyeya Riha ye, helbet wê hin kesan aciz bike! Ger dozgerên komarê empati bikirina û dengê wîjdanên xwe guhdar kiriban; wê hewcedarî bi daxwaza me ya edaletê nemabûya. Evîndariya qoltixan wîjdanan kiriye kevir!”