Evîn Paşo: Feraseta nepejirandin û nenaskirina pirrengiyê Sûriyeyê xist nava krîzê
Rêveberiya Fakulteya Çand û Hunerê ya Jin, Evîn Paşo diyar kir ku hebûna jinan di qada perwerdeyê de weke metirsiyeke, nîşaneya feraseta ku rola jinan kêm dike ye û got: “Feraseta qebûlnekirinê Sûriyeyê kir nava krîzê.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 15’ê Îlonê de, di civîna Parlamentoya Demkî ya Sûriyeyê de, bi Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Rehman Tirkû re, rewşa qada perwerdeyê û pirsgirêkên wê hatin nîqaşkirin. Di vê civînê de parlamenterê Sûriyeyê Mihemed Îbrahîm Ez-Ze’bî bal kişand ser rêjeya mamosteyên jin û mêr û zêdebûna rêjeya mamosteyên jin li dibistanan rexne kir. Diyar kir ku hebûna hejmara zêde ya jinan di qada perwerdeyê de dê bandorê li kesayetiya xwendekaran û kêmbûna hêza dibistanê bike.
Ev nêrîna ku hebûna jinan di qada perwerdeyê de weke pirsgirêk nîşan dide, rastî bertekên tund hat. Bêguman ne tenê di qadên perwerdê de, ev feraset xwe li ser dijbertiya jinan ava dike. Lewra, diyar e ku ev hişmendiya hikûmeta demkî hewl dide Sûriyeyê ber bi Efganistanê ve bibe. Ji ber vê yekê, her hewldanek ku bixwaze jinan ji qada perwerdeyê an jî ji, siyaset, rêveberiyê, jiyana civakî dûr bixe, weke "vegera li paş" û "talankirina destkeftiyên civakî" tê dîtin. Bertekên tund ên li hember vê nêrînê jî nîşan didin ku civak û hêzên demokratîk naxwazin sîstemeke bi vî rengî li ser wan bê ferzkirin.
Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Fakulteya Çand û Huner a Jin, Evîn Paşo bertek nîşanî nirxandina zêdebûna jinan di qada perwerdeyê de metirsîdare da û têkildarî rola jinan, bi taybetî rola dayîkê di perwerdeya zarok û avakirina kesayetiya wan de, ji ajansa me re axivî.
‘Divê zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê bên qebûlkirin’
Evîn Paşo diyar kir ku gelên Sûriyeyê tevî cudahiyên neteweyî, çandî û olî, di destpêka Şoreşê de bi daxwaza azadiyê daketin qadan û got: “Piştî salên dirêj ên şer, komkujî, wêrankirin û koçberkirinê, hilweşîna rejîma Baasê di sala 2024’an de ji aliyê gelê Sûriyeyê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.”
Evîn Paşo bal kişand ser tecrubeya perwerdeya bi zimanê Kurdî li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Perwerdeyê ji dibistanan dest pê kir û sal bi sal gihîştiye asta zanîngehan. Nêzî 14 salan perwerde bi zimanê Kurdî hat dayîn û materyalên perwerdeyê bi ked û xebata kadroyên pispor hatin amadekirin.”
Evîn Paşo li dijî biryara ku zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê nas nake derket û got: “Divê zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin. Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafeke rewa ye. Ev maf di çarçoveya mafên mirovan de jî tê naskirin. Zarok divê bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin da ku xwe ji welatê xwe cuda nebînin û wekî welatiyên vî welatî bijîn. Perwerdeya pirzimanî dibe ku encamên dewlemend biafirîne, zimanê dayîkê divê di perwerdeyê de bingeh bê girtin.”
‘Kesê ku xwe bihêz dibîne ji bîr dike ku ji aliyê dayîka xwe ve hatiye perwerdekirin’
Evîn Paşo bal kişand ser nîqaşên parlamentoya demkî û got ku di hinek nêrînan de zêdebûna kadroyên jin di qada perwerdeyê de weke metirsiyê di asta perwerdeyê de hatiye dîtin. Ev nêrîn ji ferasetek ku jinê weke kesek lawaz dibîne û wiha berdewam kir: “Kesê ku xwe bihêz dibîne û jinan lawaz dibîne, di rastiyê de ew bi xwe kesên gelek lawazin. Ji ber ku ew di hêla, hişmendî, fikir, zanabûyînê de lawaz û kor in. Dibistana yekem ji malbatê dest pê dike û ya ku rêveberiya wê dibistanê dike û tê de kadroya yekem a perwerdeyê ye, dayîk e. Kesên ku xwe bihêz dibînin û jinan bêhêz dibînin divê rola dayîkê di avakirina kesayetiyê û perwerdeya zarokê de bibînin. Li gorî wê ev nêrîna ku jinan ji qada perwerdeyê dûr dixe, nêrîneke paşketî ye û li dijî hebûna jinan e.”
‘Hêza jinan kesayeta zarokan hevseng dike’
Evîn Paşo hebûna jinan di qada perwerdeyê de wekî hêzeke erênî nirxand û got: “Zarok dikarin ji tecrubeya jinan sûdê bigrin. Hêza hestiyarî ya jinan û hêza analîzê dibe ku bi hev re hevsengiyê di kesayetiya zarok de ava bikin.”
Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya qebûlkirina jinan û hemû pêkhateyên civakê wiha got: “Feraseta qebûlnekirinê bû sedem ku Sûriye bigihîje krîzê. Ya ku Sûriyeyê kir krîzê, hişmendiya qebûlnekirinê û ne naskirina pirrengiyê bû. Feraseta mer a ku jinan qebûl nake, nikare welatekî aram û serkeftî ava bike. Sûriyeya nû divê weke dayîkek ku hemû zarokên xwe di nav xwe de digre, bê avakirin.”