Evîn Cuma: Peymana 10’ê Adarê dê rê li ber metirsiyan bigre

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma, piştrast kir ku piştî hilweşîna Baasê, li Sûriyeyê qonaxeke nû ya binpêkirinan dest pê kiriye û got: “Pêkanîna peymana 10’Adarê dê rê li ber vê pêvajoya xeter bigre.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ji destpêka şerê Sûriyeyê ya sala 2011’an ve, bi milyonan Sûrî rastî mezintirîn pêla koçberiyê ya cîhana nûjen hatine. Agahiyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku hejmara penaber û kesên navxweyî yên Sûriyeyê heta dawiya sala 2025’an ji 12.3 milyonî derbas bûye. Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma mijarê ji ajansa me re nirxand.

‘Bi texmînî 4 milyon jin di nav penaber û kesên bêwar de ne’

Evîn diyar kir ku yên herî zêde êşa koçberkirinê dikşînin jin û zarok in û da zanïn ku ji 12.3 milyon penaberan, jin û zarok rêjeya herî mezin a vê hejmarê pêk tînin, bi texmînî 4 milyon jin di nav penaber û kesên bêwar de ne. Evîn destnîşan kir ku gelek ji wan berpirsyariya xwedîderketina malbatên xwe di nebûn an jî windakirina mêrên xwe de hildigirin ser xwe û wiha domand: “Jinên koçber mafekî xwezayî yê vegera bi ewle û bi dilxwazî ji bo deverên xwe yên resen heye. Mafek ku tenê bi garantiyên navneteweyî yên zelal ên ku parastina ji tolhildan, tundî û cudakariyê, vegerandina milk û mafên sivîl, dabînkirina piştgiriya psîkolojîk û civakî û ji nû ve entegrekirina nav civakê dihewîne, dikare were bidestxistin.”

‘Siyaseta sereke ku derket holê hedefgirtina jinan bû’

Evîn da zanîn ku bi hatina rêveberiya veguhêz re, dîtine ku siyaseta înkarkirina hebûna jinan hîn bi tundî berdewam dike û wiha pê de çû: “Piştî hilweşîna rejîma Esed û hatina rêvberiya veguhêz, hêvî hebû ku krîza li Sûriyeyê bi dawî bibe û rewşa bi giştî, bi taybetî rewşa jinan, baştir bibe. Lê belê, me dît ku siyaseta sereke ya ku derket holê, hedefgirtina jinan bû. Ev siyaset ji krîza Sûriyeyê, ku jin û civak bi rêya wan hatin hedefgirtin ve, hatiye meşandin. Û di vê qonaxa niha ya Sûriyeyê de, bi hatina rêveberiya veguhêz re, me dît ku siyaseta înkarkirina hebûna jinan hîn bi tundî berdewam dike. Ew hewl didin ku jinan ji rolên wan di hemû waran de dûr bixin. Komkujî û binpêkirinên li Sûriyeyê di serî de li dijî jinan pêk hatin. Armanca wan, perçekirina civakê bû û hewldana sînordarkirina pêşketin û rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi mebesta kêmkirina têkoşîna wan a bi salan dom kir.”

‘Peymana 10’ê Adarê dê rê li ber qonaxa tûnd a binpêkirinê bigre’

Evîn behsa girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya ji bo pêşeroja gelê Sûriyê kir û wiha got: “Em bawer dikin ku armancgirtina jinan, bi taybetî di vê qonaxê de, armanc ew e ku siyasetek înkarê li ser civakê were sepandin. Bicîhanîna peymana 10’ê Adarê dê rewşê di hemû aliyan de biguherîne û aram bike, nemaze rewşa jinên Sûriyeyê, da ku jinan biparêze. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina hikûmeta veguhêz, 12 milyon kesên koçber hêvî dikirin ku vegerin. Lê mixabin me destpêka qonaxek nû ya binpêkirinan li dijî gelê Sûriyeyê dît. Bi vî awayî hêviyên gelê Sûriyeyê şikandin.”

‘Pêwîst e vegera bi ewle gavek bingehîn be’

Evîn di dawiya axaftina xwe de banga vegera bi ewle ji bo koçberan kir û destnîşan kir ku heta niha jî, ji bo vegera kesên koçber bo malên xwe, ewlehî tuneye û wiha got: “Ji ber ku binpêkirin heta roja îro jî berdewam dikin. Em daxwaz dikin ku vegera kesên koçber ji bo malên xwe, bi garantiyên navneteweyî ji bo parastina wan a ji binpêkirinan û hesab pirsîna kesên berpirsiyarê binpêkirinên li Sûriyeyê diqewimin, gaveke bingehîn be.”