Ev meheke tu agahî ji endamên RJAK nayê zanîn
Ev meheke li ser girtina sê endamên RJAK’ê re derbaz dibe û heta niha tu agahî ji wan nayê girtin, rê nayê dayin kesek biçe wan bibine û asayîş jî dibêje ku tu sezayê wan nîne ji ber sedemê siyasî dosyaya wan neşandine dadgehê.
Navenda Nuçeyan - 5’ê Tebaxê sê endamên RJAK yên bi navê Xewle Mehemed, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed di salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê ji bo piştgiriya jinên Şengalê bejdarî merasîma bîranînê bûn û di dema vegerê de ji aliyê asayişa PDK’ê ve li benda qontrolê ya Kelekê hatin girtin. Li gora zanyariyên ajansa me JINHA bi destxistine, asayîşê pirsyara nasnameya sê endamên RJAK’ê dikin, lê belê heta niha hîna dosya wan weke xweye û tiştek têde nehatiye nivîsandin. Asayîşê ji parêzerên wan re gotiye tu sucê wan nîne, tenê mijar siyasiye ji ber vê heta niha dosyaya wan weke xwe mane û tiştek têde nehatiye nivîsandin.
Ev yek ji aliyê rêxistina RJAK’ê ve bûye cihê fikarê û dan diyarkirin ku nabe endamên rêxistinek fermî li Iraqê û herêma Kurdistanê ku ji bo piştgiriya jinên Şengalê berê xwe dabûn Şengalê, werin girtin eve li dijî mafê mirov û jinane.
Herwiha asayîşê ji parêzeran re gotiye ku ewê dosya sê endamên RJAK’ê bişînin dadgehê, lê belê di derbarê demê şandina dosyayê de tu zanyarî nedane.