Navenda Nûçeyan - Zaroka Amerîkî Kaş Kiwîst ya du salî bû endamek ji Komeleya Navneteweyî Mensa. Dê û bavê Kaş Kiwîst tekez kirin ku keça wan karîbû bersiva hemû pirsên girêdayî navên parzemînan, 50 navên Dewletên Yekbûyî li gorî şikl û cîh û navê hemî hêmanên kîmyewî yên di tabela peryodîkî de, bide. Her wiha dema hîn temenê wê negihiştibû du salan wê dixwest fêrî zimanê Îspanî bibe. Ji ber vê yekê dê û bavê wê matmayî man, wan biryar da ku wê bibin cem derûnesekê. Derunas jî ezmûna Komeleya Mensa ji Kaş Kiwîst re çêkir. Kaş Kiwîst ew jî şaşwaz kir û biserket di ezmûnê de.
Hêjayî gotinê ye ku Komela Mensa di sala 1946'an de li Brîtanya dest pê kir û 145 hezar endamên wê ji 100 welatên cîhanê hene. Endamê herî biçûk ku tevlî wê bibû zarokê bi navê Mihemed Madzîm ku temenê wî du sal û çar mehe ji Dewletên Yekbûyî ye.




