Navenda Nûçeyan- Emîne Şenyaşar a ku li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin ji çokên xwe emeliyat bû.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî rewşa tendirustiyê ya Emîne Şenyaşar de agahî da û got: “Êşa wê heye dê 5-6 roj li nexweşxaneyê bimîne. Sibê dê wê rakin ser piyan.” Ferît Şenyaşar her wiha diyar kir ku piştî ji nexweşxayenê derkeve dê ji bo danişîna 6’ê Cotmehê biçin Rihayê û heta wê demê navber bidin nobetê.




