Emîne Şenyaşar dê sibê dîsa derkeve pêşberî dadger

Danişîna doza ku der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya "heqaret" hatiye vekirin dê sibê bê dîtin. Malbata Şenyaşar a ku pirsa "Edalet li ku ye?" kir wiha got: "Dayik dê sibê dîsa weke bersûc derkeve pêşberî dadger.”

Riha - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin ket roja xwe ya 574’emîn. Dayik û lawê wê, di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê di çalakiyê de pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesê” daleqandin.

15 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin

Bi sedema axaftinên di dema nobetê de, der heqê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaret” 15 lêpirsînên cuda hatin vekirin. Ji van lêpirsînan 5 jê veguherîn dozan. Danişîna yek ji van dozan dê sibe bê dîtin. Hat îdiakirin ku di roja 85’emîn a Nobeta Edaletê (2’yê hezîrana 2021’an) de Şenyaşar ji bo Suleyman Soylu peyva “soysuz” bi kar aniye û bi hinceta “ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” doz hatibû vekirin û danişîna dozê sibe tê dîtin. Doza ku di encama lêpirsîna der heqê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin û dosyaya bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz” kiriye hatiye vekirin û li 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giştî hatiye vekirin, kiribûn dosyayek. 

“Edalet li ku ye?”

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), DEVA û AKP’ê etîket kir û ev peyam da: “15 lêpirsînên der heqê dayikê de hatibûn vekirin, vediguherin dozan. Dayik dê sibê weke bersûc derkeve pêşberî dadger. Lê belê biryara nepeniyê ya li ser komkujiya di 2018’an de li nexweşxaneyê hatiye kirin hê jî didome. Edalet li ku ye?”