Emîne Şenyaşar 93 rojin di nobetê de ne
Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dayî despêkirin di roja 93’an de dewam dike.
Riha - Emîne Şenyaşar a du kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bû, lêgerîna xwe ya “Edaletê” ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 93’emîn de didomînin. Emîne Şenyaşar, ji ber axaftina bi kurê xwe Fadil Şenyaşar re ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin, îro dereng dest bi çalakiyê kir.
Emîne Şenyaşar, diyar kir ku 20 deqeyan bi kurê xwe re axiviye û bi van gotinan bal kişan ser şertên kurê xwe yên li girtîgehê: “Heyf e, 3 sal in bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin. Ji malbata min 3 kesan qetil kirin. Yekî jî kirine girtîgehê. We qet bihîstiye ku mirov li nexweşxaneyê hatine qetilkirin? Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Serê wî pelçiqandin. Ev edalet e? Nexweşxaneyê boyax kirin û qeydên qamereyan tune kirin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan ne ji kuştinê heye. Kesî komkujiyek wiha nedikir. 3 meh in ez li vir rûdinim. Daxwaz dikim ku kurê min bê berdan. Em esnaf bûn, me tiştek bi kesî nekiriye. Çima gunehê me digirin. Êdî çavên min nabînin. Em nikarin vê zilmê rakin. Parlamenterî kuştina mirovan e? Çima nadarizînin.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî têkildarî çalakiyê ev tişt parvekirin: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 93’emîn de ye… Her roj em 40 kîlometre diçin û tên. Ev zora me naçe û me nawestîne. Tişta ku me diwestîne û qehr dike, kerbûn û korbûna ji bo daxwaza me ya edaletê ye.”
Rêveberiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) ya Amedê, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Ayşe Surucu û Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji kesên serdana wan kirin re serboriya xwe vegotin.