Emîne Şenyaşar 48 rojin “edaletê” dixwaze
Emîne Şenyaşar ya hevjînê xwe û du kurên wê hatîn qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 48 rojin çalakiya “edaletê” dewam dikin.

Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar da destpêkirin di roja 48’emîn de ji ber qedexeya derketina derve li malê dewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî dîmenek parkir.
Bi dîwarên mala xwe ve kaxizên A4 ên li ser wan “Em edaletê dixwazin” nivîsandîne bi dîwarê mala xwe ve kirine malbata Şenyaşar. Agahiya dê sibê dîsa li ber edliyeyê bin dan û bi dîmenek ku banga piştgirî û piştevaniyê hatiye kirin de Emîne Şenyaşar ev tişt anî ziman: “Ez edaletê dixwazim. Em li malê bin jî em nobeta xwe didomînin. Bila kurê (Fadil Şenyaşar) min ê girtî bê berdan, sucekî wî tuneye.”