Emîne Şenyaşar 119 rojin ji bo “edaletê” di nobetê de ne
Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, nobeta “edaletê” di roja 119’an de dewam dikin.

Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 119’emîn de çalakiya xwe didomînin.
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de diyar kir ku kekê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Suleyman Yildiz cara duyemîn gefa kuştinê li wan xwariye û giliyê wî kirine. Ferît Şenyaşar da zanîn ku ew di 2’yê tîrmehê de ji bo piştevaniyê çûne Amedê û her kes doza wan dişopîne, sibê roja 120’emîn a çalakiya wan e û 4 mehê wan diqede.
Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku qetliyama esil ew e ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatiye û got: “Derbarê bûyerê de kamerayên ewlehiyê, beyanên doktoran û teşhîsa dayika min hene lê kesên qetliyam kirine bi rehetî di nava xelkê de digerin. Kekê wekîlê AKP’ê, Suleyman Yildiz ê ku ji polîtîkaya bêcezatiyê sûd werdigire hêj gefa kuştinê li me dixwe. Me cara duyemîn derbarê Suleyman Yildiz ê ku di medya civakî de gef li me xwar, gilî kir.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî jî got: “Dozgerê dozê yê 7’emîn çû. Wê dozgerê 8’emîn îro li dozê binêre diyar bibe. Sûcek mirovahiyê li holê heye, em tenê dixwazin tişta pêwîst a hiqûqî were kirin. Dozgerek nû! Hêvîyek nû!”