“Emê bi dengê xwe pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigrin”

Dayikên Laçik Spî dan diyarkirin ku ewê li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin û wê dengê xwe bigihîne hikumetê.

 
ŞINYAR BAYIZ
Silêmanî - Êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Herêma Başûrê Kurdistanê bê navber didomin. Li hemberî êrişan her diçe bertekên saziyên civakî parlementer, siyasetmendar û welatiyan zêde dibin, li gel vê jî hem hikûmeta Herêmê hem jî ya Iraqê bêdenge. Komîteya Dayikên Laçik Spî yên Herêma Başûrê Kurdistanê ku li parka Dayik a bajarê Silêmaniyê daxuyanî dayîn di derbarê êrîşên dagirkeriyê de ji ajansa me re axivîn.
Seede dibêje: “Me dawî li şerê navbera kurdan  û birakujî aniye, bila êdî bavê tu zarokan şehîd nebin. Divê dayikên Kurdan yên li çar parçeyên Kurdistanê hevdû bigrin û Kurdistan bibe yek parçe. Dema Kurd bibin yek wê dagirker nekaribe Kurdistanê dagir bike.”
Dayika bi navê Elwan Ebdula jî dide zanîn ku divê dayik dewleta dagirker a Tirk ji xaka Kurdistanê dûr bixwin û got: “Divê hemû dayîk li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan û rê nedin dewleta Tirk çav berde ser xaka Kurdistanê. Em daxwaz li serokomarê Iraq û serokê herêma Kurdistanê dikin pîştgiriya Kurdan bikin û rê nedin dagirker xaka Kurdistanê dagir bikin.”