“Em ê bi parastina HDK-HDP'ê lîstikên komployê vala derbixin “

Pêkhateyên ku binçavkirin û girtinên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan bertek nîşan dan, wiha gotin: “Em ê bi parastina HDK-HDP'ê van lîstikên komployê vala derbixin.”

Stenbol - Piştî êrîşa polîsan a di 3'ê Hezîranê de li dijî Navenda Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 29 endamên HDK û HDP'ê hatin binçavkirin. Li navenda giştî ya kongreyê bi beşdariya Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û gelek kes civîna çapemeniyê hat li dar xistin.

“Me êrîşan vala derxist”

 Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş a di civîne de mafê axaftinê, da zanîn ku rêya herî baş bloka AKP-MHP'ê dizane binçavkirin û girtinan e û vê rêyê demeke dirêj e dide meşandin. Ozlem Gumuştaş wiha axivî: “Me van êrîşên desthilatdariyê gelek caran vala derxist û em ê heta azadiya hevalên xwe bi dest bixin dîsa bi rêya ku dizanin bimeşin. Em ê Bi parastina HDK-HDP'ê van lîstikên komployê vala derbixin.”

“Em dixwazin îtifaqa demokrasiyê ava bikin”

Nivîskara Rojnameya JINEPS Seda Berzeg, dest nîşan kir ku ew bi êrîşên bi vî rengî re gelek caran rû bi rû mane û diyar kir ku ew ê weke kesên ku zêdetir edalet û demokrasiyê dixwazin, dixwazin îtifaqa demokrasiyê ava bikin.

"Em ê vê pêvajoya dijwar ya tarî derbas bikin”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî bal kişand ser binçavkirinên rojên borî yên li dijî çapemeniya azad. Kadriye Dogan axaftina xwe wiha domand: “Di nava ewqas bêhiqûqiyê de tenê çapemenî hebû ku rastiyan ji civakê re ronî dikir. Xwestin wan jî bêdeng bikin, lê ji bîr dikin ku em hene. Em jinên ji nedîtî ve tên, hezkiriyên xwezayê, hemû beşên bindest ên civakê hene û li vir in. Em ê xwe bi rêxistin bikin, bi hev re bin û vê pêvajoya dijwar ya tarî derbas bikin. Em werin cem hev, bibin yek, zindî bibin û ji bo dawî li vê yekê bînin bi hemû hêza xwe têbikoşin.”

“Em li dijî şer aştî û têkoşinê diparêzin”

Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag jî wiha got: “Em hewl didin hêviyê mezin bikin. Ev rêwitiya li dijî tune hesibandina keda gelê Kurd bi têkoşînên mezin re berdewam kir. Em li dijî şer aştî û têkoşinê diparêzin. Em ê gavek jî paşde navêjin. Bi operasyonên derveyî sînor êrîşî hemû beşên civakî dikin. Em bi biryar in ku bi HDK’ê re bi hêzên demokrasiyê re bên cem hev.”

Endama Partiya Çep a Keskan Çîgdem Ozbaş jî got ku çalakiyên bêtund yên ku tên xwestin li dijî êrişên li hemberê HDK'ê, girtina rojnamegeran û li dijî tecrîdê bê kirin astengkirina polîsan weke binpêkirinên giran ên mafan dibînin.