‘Emê bi mîrateya ku Salîhe Viyan li pey xwe hişt bighên azadiyê’

Kongra Star a Kantona Firatê Endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo (Salîhe Viyan) ya di êrîşa dewleta Tirk a ezmanî de hatin qetilkirin bibîr anî û got: “Emê bi mîrateya ku Salîhe Viyan li pey xwe hişt bighên azadiyê.”

Kobanê – Kongra Star a Kantona Firatê têkildarî Endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo (Salîhe Viyan) û endamê PYD’ê Dilawer Erebo yên di êrîşa dewleta Tirk a ezmanî  de hatin qetilkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bi sedan jinên di nav saziyên Kobanê de cîh digirin, di çalakiyê de cîh girtin. Daxuyanî li Qada jina Azad a Bajarê Kobanê hat dayîn û ji alîyê Endama Kongra Star a Kantona Firatê Meysûn Kawar ve hat xwendin.

Meysûn Kawar diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker  li dijî  şoreşa jinan her diçin zêde dibin û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tepisandin û vemirandina şoreşa jinan, rojane komkujiyan pêk tîne. Di 27’ê Çileyê de dagirkeriya dewleta Tirk careke din di çarçoveya kiryarên qirkirin û tunekirinê ya li dijî şoreşa jinan de, li Ranyaya girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bê mirov êrîşek pêk anî. Di encama êrîşê de du kesên bi nasnav Salîhe Viyan ku endama koordînasyona Kongra Starê ye û Dîlawer Erebo şehîd bûn.”

‘Emê mîrateya wan bigihînin azadiyê’

Meysûn Kawar bi bîr xist ku ji xwe Salîhe Viyan yek ji jinên pêşeng ên avakirina pergala Rêveberiya Xweser e û wiha pê de çû: “Di xebatên avakirina civakek demoratîk de roleke   avasaz lîst. Ji bo birêxistinkirina jinan û avakirina hevjiyaneke azad, wekhevî û edaletê di navbera jin û mêr de, kar û xebat kir. Li beramberî hemû cureyên tundiyê, niheqiyê û zayendperestiyê li ber xwe da û têkoşiya. Ev sûcê li dijî Salîhe Viyan pêk aniye, ne yekemîn e, ev jî nîşan dide ku ji têkoşîna jina şoreşger ditirse. Ji ber ku vê têkoşîna jinan derbe li dagirkeriya dewleta Tirk û hevalbendên wê xistine. Em wek Kongra Star êrîşa li dijî herdu pêşengên tevgera me ya azadiyê, şermezar dikin û soz didin ku em ê mîrateya azadiyê ya ku ji me re hîştine, bighînin azadiyê. Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê dikin ku bêdeng nemînin. Ev êrîşa binpêkirina serwerya Îraqê ye.”

‘Bêdengî erêkirina êrîşan e’

Meysûn Kawar bang li hemû hêzên navdewletî, mafên mirovan û raya gîştî kir ku hesab ji dewleta Tirk bê xwestin û wiha got: “Bêdengiya raya gîştî û tevahî aliyên berpirsyar, tê wateya erêkirina wan a êrîşan. Her wiha banga me ji bo tevahî jinan e ku asta têkoşîna xwe bilind bikin. Têkoşîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyê rizgarî û xelasiya tevahî jinan e."

Daxuyanî, bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî " bi dawî bû.