“Em dayik daxwazê ji aliyên siyasî dikin bibin yek û rê nedin dagirkeriyê”
Dayikên Aştî yên du roj berê li bajarê Silêmaniyê girêdayî pêvajoyê kombûn û komxebatek lidarxistin li dijî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk helwesta xwe dan diyarkirin û dan zanîn ku heta dawiyê wê xaka xwe bi parêzin.
TEWAR PÊNCEWANÎ
Silêmanî- Dewleta dagirker a Tirk êrîşî her çar aliyên Kurdistanê dike û xaka Kurdistanê dagir dike, pêre jî hemwelatiyan armanc û çekên kîmyayî bi kartînin. Çiyayên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tên bombabaran kirin. Di nava bajarên herêma Başûrê Kurdistanê de mîta Tirk pêşengên civakî hedef digire. Mijara sereke ya komxebata Dayikên Aşiyê ya du roj berê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin êrîşên bi her awayî li ser Kurdistanê hatî zêdekirinbû. Di komxebatê de dayikan dibin sernavên weke êrîşên dagirkeriyê û bandora wê ya li ser Kurdistanê, rola dayikan di çareserkiriya pirgirêkan de û daxwaza nişandana helwestek yekgirtî nirxandinên giring kirin.
“Aliyên peywendîdar bê helwestin”
Xuşka dû birayên xwe di ber parêzvaniya axa welatê xwe de windakirî Gelawêj Mehemed ya ji Başûrê Kurdistanê diyer kir ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê guh nade êrîşên ser xakê û wiha domand: “Em weke dayikan kombûne û daxwaza aştî û aramiyê dikin. Îran û Tirkiye êrîşî me dikin û aliyên peywendîdar bê helwestin. Cigera dayikan şewîtî, li Behdînan zarok di nava landikê de jiyana xwe ji dest dan û ber bi aliyê Rojhilatê welat jî Îran gule li kolberan di barîne. Em weke dayik naxwizin êdî rola me were binpê kirin, hikumet bila were ser rêya rast û aştî û aramiyê ava bikin.”
“Xayin û dagirker li ser erdê me li me dixin”
Hevjina şehid Îqbal Muradî û dayika Zanya û Loqman ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatî darvekirin Emina Mehmûd a ji Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dike ku rê neyê dayîna dagirkeran bi sîxurên xwe êrîşî herêma Kurdistanê bike û çiyayên Kurdistanê bombaran bike û wiha pêde çu: “Xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan, xebat û têkoşînê hatiye azadkirin. Nîha jî xayîn û dagirker hatine nava xaka me û êrîşî me dikin. Divê hikumet rê nede vê yekê. Ez daxwazê ji dayikên şehîdan û dayikên aştiyê dikim ku piştgiriya hevdû bikin û rê nedin dagirkeriyê.”
“Em ji ber êrîşên dewleta Tirk hatine Başûrê Kurdistanê”
Nurten Çelebî a ji Bakûrê Kurdistanê ku niha li Başûrê Kurdistanê dijî jî bi bîrxist ku ew ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk hatine Başûrê Kurdistanê, lê belê li wê jî jiyanawan ne ewleye û wiha berdewam kir: “Em ji ber êrîşan hatine Başûrê Kurdistan, lê belê Tirkiye destê xwe dirêjî ser xaka Başûr jî kiriye. Dixwaze şerê birakujî bide kirin, ji ber ên hevkariya wan dikin jiyana li vê derê ne ewleye. Di van demên dawî de êrîşî xelkê Bakûrê Kurdistanê Ferhat Barîş kirin û xwestin qetil bikin. Hevalek me yê 70 salî şehîd kirin. Dewleta Tirk çiqasî êrîşê me bike em serê xwe na tewînin. Dû zarkên min hene. Min ew perwerde kirine heta ku dawî li dijmin neyê emê xwe û xaka xwe bi parêzin.”
“Em parastina axa xwe dikin”
Penabera Rojavayê Kurdistan Raniya Mehemed a ku li Başûrê Kurdistanê dijî jî wiha dibêje: “Dewleta Tirk em kuştin û neçarî koçberiyê kirin. Em li kîjan devera welat bin ferq nake, em ê berxwedanê mezin bikin heta ku em dewleta Tirk ji xaka xwe derbixin. Em dewleta Tirk naxwazin.”