Elnaz Rekabî piştî "îtîrafa mecburî” hat weşandin, vegeriya Tahranê
Elnaz Rekabî ya bê hîcab beşdarî şampiyoniya Hilkişîna Dîwarê Asyayê bû û paşê "winda" bû, vegeriya Tahranê.

Navenda Nûçeyan – Elnaz Rekabî ya endama tîma hilkişîna çiya ya Îranê ku ji bo şermezarkirina qanûna mecburi ya hîcabê û qetilkirina Jîna Mehsa Emînî bê hîcab xwe beşdarî fînala Lîstikên Asyayê yên li Koreya Başûr bibû. Elnaz Rekabî di vê pêşbirkê de li Asyayê bûbû ya çaremîn. Elnaz Rekabî ku bê hîcabê beşdarî pêşbirkê bû, di dema vegera xwe ya Tahranê de li balafirgehê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
Daxuyaniya mecbûrî
Demek zêde agahî negirtina werzişvana 33 salî ku hat diyar kirin dest danîne li ser pasaport û telefona wê der barê ewlehiya wê de fikar avakiribû. Elnaz Rekabî piştre li ser hesabê xwe ya înstagramê “ji ber bi lez û bez ji bîr kiriye” hîcabê ya bikar neanî lêborîna xwe xwestibû. Lê belê gelek bawer dikin ku Elnaz Rekabî ev gotinên li balafirgehê û televîzyona dewletê dubare kirine, di bin zextê de vegotiye.
Gef hat piştrast kirin
Dezgehên ragihandinê piştrastkirin ku Muhafizên Şoreşê ya Îranê bira û xwişka Elnaz Rekabî Daûd Rekabî girtine, destdanîne li ser telefon û pasaporta wê û piştî roja Yekşemê hevalên wê nekarîne xwe bigihin wê.
Ewlehiya werzişvanan girîng e
Piştî daxuyaniya Elnaz Rekabî, di gelek saziyên çapemeniyê yên navneteweyî de nûçe cih girtin û Federasyona Hilkişîna Cîhanê daxuyaniyekê da û wiha got: "Ewlehiya werzişvanên me ji bo me gelekî girîng e û em di van şert û mercan de piştgiriyê didin hemû hewldanan ji bo parastina ewlehiya endamekî girîng ê civaka xwe."
“Divê yekîtî eleqeder dibe”
Beriya niha Berdevkê Komîteya Çand ya Parlamentoya Îranê Ehmed Rasteneh der barê beşdarbûna Elnaz Rekabî ya bê hîcabê ya pêşbirkê de wiha gotibû “divê yekîtiya têkildar bi vê mijarê re eleqeder bibe”.