NÛJÎN ÊZIDÎ
Şengal- Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê komkujî pêkanî û bi hezaran jin û zarok heta niha di destê çeteyên DAÎŞ’ê de tên girtin. Xebat û hewildanên rîzgarkirina jin û zarokên Êzidî berdewam dike. Îro rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kampa Holê 2 jinên ciwan ên Êzidî ji gundê Solax yê Şengalê ne bi hevkariya Hêzên ewlekariya Holê ji nava destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî Hêzên YJŞ û YBŞ’ê kirin.
Besê Xidir Xelef Şemo ya ku di 8 saliya xwe de li gel xûşka xwe Aliya Xidir Xelef Şemo ya 3 saliya xwe de bi gelek ferdên malbata xwe re, li Şengalê di dema fermanê de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Îro bi rêya Hêzên ewlekariya Holê hatin rizgarkirin û gihiştin axa pîroz ya Êzîdxanê.
Herdû xûşkên ku ji kampa Holê rizgar bûyi, destpêkê serdana Meclisa Jin ya Şengalê kirin. Bi çepik û kêfxweşiyekî gerim ji aliyê Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ve hatin pêşwazî kirin
‘Rizgarkirina her jinekê cihê kêfxweşî û roja cejnê ye’
Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Neam Umer Xelef û Nafiye Mêşo kêfxweşiya xwe bi van hevokan anî ziman: “Rizgarkirina her jinekê ji destê DAIŞ’ê ji bo me dibe cihê kêfxweşî û roja cejnê. Di vê em hêviyên xwe winda nekin heta ku hemû jin, zarok û mirovên Êzîdî yên ku di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin.
Piştî serdanê herdû jinên ciwan ji aliyê mamê wan ê tenê mayî ve ji bo biçin gundê xwe ketin rê.










