Doza Fariba Fedeydonî li Dadgeha Bilind e

Doza aktîvîst Fariba Fedeydonî ya li Îranê bi destgirtiyê xwe re hat girtin li Dadgeha Bilind e.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê darezandina jinên muxalîf dewam dike. Ji van jinan pispora hiquqa ticareta navdewletî aktîvîst Fariba Fedeydonî  ye.

Doza aktîvîst Fariba Fedeydonî ya li Îranê hatî girtin şandin Şaxa 24’an a Dadgeha Bilind. Aktîvîsta bi hinceta “li hemberî ehlaqê raya giştî bêmafî kirine” li gel heskiriyê xwe Majid Rezaei hatin binçavkirin û girtin. Hat zanîn dosya Fariba Fedeydonî jê tê darezandine şandin Dadgeha Bilind.

Her wiha hat zanîn ku di derbarê aktîvîstê de sucdariyên weke “agahiyên derew bela kirin û wijdana raya giştî êşandin” dozek nû hat vekirin.