“Dosyaya şehîd Germiyan bê rizaya me birine dadgeha Hewlêrê”
Rêzan Eskerî ya dayika Germiyan ê 12 salî ku bi guleyên PDK’ê di 17’ê Sibata 2011’an de jiyana xwe jidest da, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dosyaya lawê wê bê agahî û rizaya wan birine dadgeha Hewlêrê.
Navenda Nûçeyan - Malbata Şehîd Germiyan ê 12 salî ku yek ji Şehîdên 17’ Sibata 2011’an a bi fîşeka PDK’ê li Germiyanê jiyana xwe jidest da, daxuyaniya çapemeniyê dan û di daxuyaniyê de diyarkirin ku dosyaya Şehîd Germiyan bê rizaya malabatê birine dadgeha Hewlêrê.
“Armanc ser dosyayê girtin e”
Rêzan Esker a dayîka Germiyanê di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: “Kurê min ji aliyê fîşeka liqê 19 ya PDK’ê ve li Germiyanê hatiye şehîd xistin. Dosya wê li dadgeha Çemçemal bû, lê belê dosya di meha Hezîranê de birine dadgeha Hewlêrê. Birina dosyayê bi armanca ser girtina dosyayê ye, dû parêzerên dosyaya me heye ku li ser kar dikin û rê nadin ku ser dosyayê were girtin.”
Çi bûbû?
Di Sibata sala 2011’an de bi pêşengtiya ciwan û hemwelatiyên li dijî ne dadperweriyê, gendelî û xirabiya rewşa hemwelatiyan xwepêşandanên berfireh li Silêmanî, Ranya, Germiyan, Çemçemal û gelek herêmên din hatibû lidar xistin. Di xwepêşandanan de ji aliyê liqên YNK û PDK li ser xwepêşandanan ve gule hatin barandin û di van xwepêaşandanan de gelek kes jiyana xwe jidest dan.