“Divê zarok ne li cihê kar, li dibistanan bin”

Candan Yuceer ku bi wesîleya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Keda Zarokan a Cîhanî daxuyanî da, wiha got: “Zarokan li cihê kar, dûrî parastina malbatê, li hember her cure îstîsmarê vekirî tên hiştin. Divê zarok ne biçin cihên kar, biçin dibistanan.”

Navenda Nûçeyan– Îro, 12’ê Hezîranê ya Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan a Cihanî ye. Li Tirkiyeyê ji 23 milyon zarokan 2 milyon karkerî dikin. Di pênc mehên ewil ên sala 2022’an de 15 zarok, di 9 salên dawî de jî herî kêm 556 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), di sala 2013’an de 59 zarok, 2014’an 54 zarok, 2015’an 63 zarok, 2016’an 56 zarok, 2017’an 60 zarok, 2018’an 67 zarok, 2019’an 67 zarok, 2020’an 68 zarok 2021’an 62 zarok û di 5 mehên ewil ên sala 2022’an de jî 15 zarokan di dema kar de jiyana xwe ji dest dan.

“Divê zarok ne cihê kar, biçin dibistanan”

Wekîla CHP'ê Candan Yuceer a bi wesîleya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Keda Zarokan a Cîhanî daxuyanî da, bal kişand bi xizaniyê re karkeriya zarokan zêde bûye û wiha axivî: “Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê, te têxmîn kirin ku li Tirkiyeyê hejmara zarokên karkerên Sûriyeyî nêzî 200 hezar e. Zarokên penaber ên ku nikarin biçin dibistanê, tên neçarkirina bi temena biçûkte tên zewicandin û karkertiya zarokan. Zarokan li cihê kar, dûrî parastina malbatê, li hember her cure kedxwarî û îstîsmarê vekirî tên hiştin. Dema zarok serê sibê ji xew radibin divê ne biçin cihê kar, biçin dibistanan.”

“Ji sedî 30,8’ê zarokan di çandiniyê de tên xebitandin”

Candan Yuceer, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 30,8 ê karkerên zarok di çandiniyê de, ji sedî 23,7 di pîşesaziyê de û ji sedî 45,5 jî di sektora xizmetê de dixebitin û wiha got: “Çandinî, li Tirkiyeyê beşa xebatê ya karkeriya zarokan a karkerên malbatê yên bi heqdest an bê heqdest herî lê zêde ye. Cînayetên kar yên zarokan jî, di beşa çandiniyê ku îstihdama zarokan herî zêde ye û şert û mercên nebaş ên xebatê lê heye, yoxin dibe. Ji sedî 64’ê zarokên karkerên çandiniyê di navbera temena 5-14 salî de ne.