‘Divê nûçeyên qetilkirinê neyên veşartin’

Berpirsa Rêxistina Nû ya Ji Bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan Hêrû Wekîl bal kişand ku buyerên tundî û qetilkirina jinan tên tên veşartin û got ku li şûna veşartinê divê bên lêkolînkirin û sûcdar bên cezakirin.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Çend roj beriya niha, Fermangeha Medya û Zanyariyê daxuyaniyek belav kir û got ku divê êdî tundî û qetilkirina jinan di çapemeniyê de neyê belavkirin. Çalakvanên jin diyar dikin ev biryar ji bo veşartina bûyerên qetlkirina jinan û rizgariya kujeran jî ceza ye. Jin destnîşan dikin ku desthilatî dixwaze daneyên qetilkirina jinan wek nediyarî bimîne û dibêjin ku bi vê jî feraseta mêrê jinkuj zêdetir rê ji bo tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan vekiriye.

Di Tebaxa îsal de rêxistina serbixwe ya jinan daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku di daneyên fermî de behsa qetilkirina nêzî 50 jinan a salane dike. Hejmara rast ji vêya gelek zêdetir e û piraniya sûcan wek ‘xwekuştin’ hatine tomarkirin. Desthilatdar li hember vêya gelek bê xem in. Divê  ji bo parastina jiyana jinan pêngavek cidî were destpêkirin.

Berpirsa Rêxistina Nû ya Ji Bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan Hêrû Wekîl têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Hêrû wiha got: “Nabe li welatê me ku gelek tundî û qetilkirin heye, ev mijar di çepemeniyê de were veşartin. Karê medyayê ew e ku ji her bûyerên ku rû didin agahdar bin û belav bikin.”

‘Dixwazin bûyer di medyaya dijîtal de belav nebin’

Hêrû Wekîl da zanîn ku dibêjin bila di platformên wek Facebook, Snapchat û Instagram de neyên parvekirin. Hêrû anî ziman ku, bi hinceta ‘ji ber zarok û ciwan li van naverokan temaşe dikin û bi riya van qetilkirin belav dibin’ tê xwestin neyên parvekirin û wiha berdewam kir: “Desthilatî  dixwaze nîşanî me bide ku Kurdistan Şamî- Şerîf e û kuştin tê de nîne, lê belê rewş berovajî ye.”

‘Divê di qenalên taybet de nûçe bên weşandin’

Hêrû Wekîl destnîşan kir ku nûçeyên qetilkirin û veşartinê karek ne baş e û li her cihê jiyan hebe bûyerên wisa diqewimîn û wiha got: “Veşartina bûyeran xizmetê ji civakê re nake. Ji ber wê divê di kenalên nûçeyan de were weşandin. Wek hemû qenalên ragihandinê li hemû cîhanê, kenalên ragihandinê yê her civakekê heye û veşartina van cûreyên bûyerên tundiyê ya li dijî jinan, xeletiyek mezin e.”

‘Divê çapemenî hişyar be’

Hêrû Wekîl anî ziman ku divê kesên karê ragihandinê dikin hişyar bin û dema bûyerek qewimî behsa nûçeyên ne tendurist nekin û tiştên ku divê bên kirin, wiha rêz kirin: “Divê hişyar bin, tenê rêgiriyê lê nekin. Ji ber ku ev gelek bi xeter e, divê kes bê agahî nemîne. Divê hemû bûyer û rêxistinên civaka medenî û jin her şeş mehan carek bikin rojev û dane di destê wan de bin. Divê civak were agahdarkirin da ku bizanin çi diqewime. Divê hemû kes di vî alî de berpirsyartî bigrin û destûrê nedin ku ev biryara veşartinê pêk bê. Divê nûçeyên cînayetan neyên veşartin, berovajî wê, divê sedem were lêkolînkirin û çareseriyan jê re bibînin.”

‘Pêwîst e ku neyên veşartin’

Hêrû Wekîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna rêjeya qetilkirinê ya li welêt ku gelek zêde bûye û wiha got: “Divê li cihê ku ev were veşartin, jê re çareserî bê dîtin. Ne wek bûyer çêbûyî û nûçeyê veşêrin, divê nûçe werin eşkerekirin. Divê em van encamên xeternak qebûl bikin, da ku sibe em bikevin ferqa tiştên din ên ku li benda me ne.”