‘Divê gelê me li dijî êrîşên qirkirinê şerê gelê şoreşger bi pêş bixe’

Îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî xirakirina çavkaniyên jiyanê û binesaziya herêmê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Til Temirê daxuyanî da.

Hesekê- Dewleta tirk a dagirker ku di 19'ê Mijdarê de dest bi êrîşên xwe yên dijwar û hovane yên berifreh bi balafirên (SIHA), (IHA) û balafirên şer li kêleka bikaranîna çekên kîmyesal li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin, berdewam dike. Di encama êrîşan de gelek ziyanên bedenî û madî çêbûn her wiha binesaziya herêmê û çavkaniyên jiyanê hatin hedefgirtin. Îro bi armanca şermezarkirina van êrîşan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li saziya malbatên şehîdan a navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

‘Bêdengî hevkarî ye

Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa navçeya Til Temirê Ehmed Heyder ve hat xwendin wiha bû: "Roja 7'an e êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bikaranîna hemû çekên giran û balafirên şer, hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê, dibistan, nexweşxane û kargehên xazê û meşandina şerê taybet li dijî hemû pêkhateyên gelê me yê li vir bêyî ferq û cuda berdewam dikin. Di heman wextê de jî bombebarana ku 'Ewlehiya' Kampa Holê bi deh hezaran malbatên DAIŞ’ê dihewîne hat hedefgirtin armanc jê ew bû ku DAIŞ dîsa zindî û belav bibe. Ev êrîş hemû zagonên mirovî û mafên mirovan binpê dike bêyî ku wijdanê hêzên garantor bi taybetî Rûsya, Emerîka û heta Rejîma Sûriyeyê bixe bihejîne. Bêdengiya wan nîşaneya hevkariyê û komploya li dijî gelê me ye ku dixwaze yekitiya wan ji hev bixe û sekna wan a berxwedêr li dijî dagirkeran bişkîne. Ev gel ji destpêka şoreşê ve soza xwe bi şervanên xwe re danîbû ku dê heta dawî li gel şervanên YPJ/YPG û QSD'ê bin. Her wiha gel jî gotina xwe kiriye yek ku ji derveyî berxwedan û girêdana bi axê re, wê tiştekî din hilnebjêre. Ji ber tenê berxwedana bi ruhê welatparêzî dê bikaribe nirxên mirovahiyê, şoreş û destkeftiyên wê biparêze.

‘Li hemberî hemû cureyên êrîşan divê em şerê gelê şoreşgerî bi pêş bixin’

Ji dewleta tirk a dagirker be wê vê carê jî êrîşên wî wekî berê be lê belê divê ku baş zanibe ev car ne wekî her carê ye û wê bersiva gel û şervanan ji dagirkeran re tundtir be. Wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe goristana dagirkeran. Em wekî PYD'ê êrîşên hovane û dijmirovî li ser gelê xwe bi tundî şermezar dikin, em bang li hemû welatan dikin ku dest ji bêdengiya xwe berdin û helwesta xwe ya zelal li dijî êrîşan bidin xuyakirin. Ev êrîş êrîşeke qirkirinê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk temsîla wê dike. Ji lewre em bang li hemû pêkhateyên gelê xwe dikin ku ji wiha zêdetir divê ku em li ber xwe bidin û divê ku em li hember hemû cureyên êrîşan şerê gelê şoreşgerî bi pêş bixin û êrîşan têk bibin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî yekitiya gelan, na ji bêdengiya navdewletî re" bi dawî bû.