Di Tîrmehê de li Tirkiyeyê 25 jin hatine kuştin

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin rapora Tîrmehê eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 31 jinan jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Tîrmehê ya têkildarî qetlîamên jinan, weşand. Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê 25 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 31 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hate diyarkirin ku 4 jin bi hinceta xwestine biryara xwe bixwe bigirin, 3 jin ji ber aborî, yek ji ber ku li malê deng derxistiye hatin qetilkirin. Hinceta qetilkirina 17 jinan jî nehat testpîkirin.

Her wiha li gorî raporê 11 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve, 3 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn, 2 jin ji aliyê mêrên berê pê re zewicandîbûn, 2 jin jî ji aliyê mêrên ku berê pê re dijiyan ve hatin qetilkirin. Her wiha 2 jin ji aliyê mêrên nasdikin ve, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve û jinek jî ji aliyê birayê wê ve hate qetilkirin.

Li gorî raporê, 13 jin li malên xwe, 5 jin li kolanê, 2 jin li cihên bêdeng û jinek li nav erdekî hatin qetilkirin. Cihê qetilkirina 4 jinan jî nehat testpîkirin. Di raporê de hate diyar kirin ku 14 jin bi çekê, 6 jin bi alava birînê, 3 jin bi fetisandinê, 2 jin jî bi derbkirinê hatine qetilkirin.