Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku li nêzî baregeheke dewleta Tirk a li gundê Tînê yê dagirkirî yê gundewarê Eyn Îsayê mayînek teqiya, di encamê de jina ciwan Nûf Elî Ferhan El Asî (18) jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman çavkaniyê, jina ciwan yekser jiyana xwe ji dest da û malbata wê dest bi veşartina cenazeyê wê kir.




