Xizmên Windayan: Bila aqûbeta Recep Îkincisoy aşkera bibe

Xizmên Windayan di hefteya 858’an de li Amedê kom bûn, li aqûbeta Recep Îkincisoy pirsin û daxwaza edaletê dûbare kirin.

Amed – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di hefteya 858’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” domandin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hat hilgirtin, endamên ÎHD’ê û hejmarek zêde kes beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Recep Îkincisoy yê li Amedê di 16’ê Tîrmeha 1980’an de di binçav de hatî windakirin pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat dayîn. Firat diyar kir ku di qada zextê ya darbeya 1980’an de Recep Ikincisoy dem bi dem rastî gefên polîsên fermî û kesên cilên sivîl li wan in, dihat û wiha got: “Demek kin beriya windakirina xwe, polîsên sivîl xwestin birevînin, ji cihê bûyerê xwe sipart mala mirovek xwe û wisa rizgar bû. Di 16’ê Tîrmeha 1980’an de li ber deriya mala xwe ya li pişt kolana PTT’a mezin, ji aliyê kesên bi cilên sivîl hat revandin. Meha Remezanê bû. Dikanek wî ya perdeyan hebû. Êvarê hat mala xwe, fitara xwe kir û cardin çû firoşgehê. Ji wê çaxê heta niha ji Recep Îkincisoy tu xeber nehate girtin. Di 16’ê Tîremha 1980’an de derdora saet 23:00’ê şevê, dema Recep Îkincisoy vedigeriya malê, li gorî beyanên şahidan ji aliyê sê polîsên sivîl ve li cihek nêzî malê bi zorê xistin erbeyê û birin. Cîranên ku bûne şahidên bûyerê rewşê ji malbatê re gotin.”

Binçavkirin hate înkarkirin

Firat Akdenîz da zanîn ku bavê wî Salih Îkincisoy di serî de navenda polîsan û dozgerî, serî li hemû saziyên pêwendîdar xistine û wiha domand: “Lê belê hemû serlêdan bê encam man. Ji Recep Îkincisoyê ku binçavkirina wî hatî înkarkirin êdî tu xeber nehate girtin. Weke dosyayên dinê ên windakirina di bin çavan de, derbarê dosyaya Recep Îkincisoy de jî tevî hemû serlêdanên malbatê tu caran lêpirsîn nehat meşandin. Dayîk Bedia Îkincisoy heta mirinê li benda kurê xwe ma. Salîh Îkincisoy jî wiha gotibû: ‘Ne mirina kurê min ne jî saxiya wî li holê heye...heta em gorek wî nebînin ez bawer nakim ku ew miriye.’ Dayîk Bedia û bav Salih, bêyî aqûbeta kurê xwe bizanin ji vê dinyayê çav vekirî  çûn. Çend sal derbas dibe bila derbas bibe, emê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Recep Îkincisoy bernedin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.