Navenda Nûçeyan – Li navçeya Îskenderûn a Hatayê bi şev di konê ku mexdûrên erdhejê lê diman de şewat derket. Di şewata ku tê texmînkirin ji elektrîkê derketiye Ertuğ Veli Eker (18), Yeşîm Eker (17) û Elîf Mislina Eker (4) birîndar bûn.
Ji xwişk û birayên ku rewşa wê giran bû Elîf Mislîna Eker jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din hat zanîn ku piraniya bedena Yeşîm Eker şewitiye û tedawiya wê didome.




