Di şerê 19 rojan de 207 zarok hatin kuştin

Şerê di navbera Îsraîl - DYE yê li dijî Îranê di roja xwe ya 19’emîn de bi dijwarî berdewam dike, hat ragihandin ku di 24 seatên dawî de herî kêm 179 êrîş pêk anîne ji wan 17 êrîş li ser parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan – Şerê ku ji aliyê Îsraîl-DYE yê li ser Îranê roja 28’ê Sibatê destpê kir, heya roja me ya îro didome. Wisa xuya dike ku ev şer wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi awayekê cuda belav bibe. Di van êrîşan de civak, jin, zarok, girtiyên siyasî û binesaziyên civakê hedef tên girtin.

‘Zext û zordariya li hundirê Îranê’

Li gel êrîşên derve, zext û zordariya Îranê li ser civakê bi awayê dijwar didome. Dîmenên ku di tevna dîjîtal de hatine parvekirin vê yekê piştrast dike. Hêzên çekdar yên hikûmeta Îranê êrîş  bir ser gelên ku li Çîtgarê pîrozbahiyên Çarşema Sor dikin dike. Hêzên çekdar rasterast gule li ser gel dibarîne.

Di demên derbasbûyî de bi hinceta sixûriyê gelek kes hatine girtin û çarenûsa kesên hatine girtin jî ne diyar e. Her wiha ji hêla rejîmê ve înternet jî hatiye qutkirin.

Di 24 saetan de 179 êrîş pêk hatine

Ji hêla rêxistinên fermî ve hate piştrastkirin ku di nava 24 saetan de 179 êrîş pêk hatine. 17 ji van êrîşan li ser parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine.

Di nav van êrîşan de 29 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûne hedef.

Her wiha hate ragihandin ku li Îranê 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 4 welatî jî birîndar bûne. Piraniya êrîşan li ser bajarên weke Tehran, Esfehan, Şîraz, Kerec, Buşehr, Ehwaz, Faris, Kirmanşah, Pîranşar, Tebrîz, Urmiye, Hemedan, Qum, Bender Ebas bûne.

‘207 zarok hatin kuştin’

Ji destpêka şer heya îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 207 zarok hatine kuştin. Zarokên ku hatine kuştin ji 18 saliyî biçûktir in û hezar û 354 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.