“Di sala 2022’an de li Îranê 557 kes hatine îdamkirin”

Li gorî Komeleya Navneteweyî ya Mafên Jinan, ji destpêka sala 2022’an ve li Îranê 557 kes hatine îdamkirin.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Navneteweyî ya Mafên Jinan diyar kir ku haletên îdamê li Îranê zêde bûne û di sala 2022’an de 557 kes hatine îdamkirin.

Komeleya Navneteweyî ya Mafên Jinan ragihand ku ev rewşa metirsîdar pêwîstî bi baldariya taybet a hemû şande û raporterên taybet heye û wiha got: “Ji sala 2021’ê ve hejmara kesên hatine îdamkirin du qat zêdetir bûye.

Îran di warê îdamkirinan de piştî Çînê di rêza duyem de ye li cîhanê.

Berê jî Rêxistina Efûyê ya Navdewletî eşkere kiribû ku piraniya wan kesên li Îranê bi îdamê tên mehkûmkirin ji dadgehkirineke adil bêpar in û îfadeyên wan di bin îşkenceyê de tên girtin.