Di rûniştina dawî ya konferansa jinan de li ser çareseriya pirsgirêkan tê nîqaşkirin
Jinên beşdarî 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn destnîşan kirin ku veger tune ye û bal kişandin ser girîngiya hevkariyê ji bo rizgarkirina jinên kedkar.

ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Xebatên rûniştina dawî ya 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê tê lidarxistin, dest pê kir. Jinên ji welatên cuda yên cîhanê wê li ser pêşniyarên dawî nîqaş bikin.
Seroka Komeleya Mîlyon Jinên Gundî Tirkiya El-Şaybî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku konferansê nêzî 300 jin ji çar aliyên cîhanê ji bo teşhîskirina rewşa jinan, anîn cem hev û wiha got: “Ez hêvîdarim ku encamên konferansê asta hêviyên jinan pêk bîne. Em hêvîdar in ku ev konferans alîkariya jinên gundî û jinên çotkar û karker bike û ji bo başkirina rewşa wan û pêşdebirina rastiya wan dijwar koordînasyona navneteweyî berdewam be. Dem dema wê yekê ye ku ji bo pêşerojeke baştir a jinên cîhanê hemû hewldan bên kirin.”
Koordînatora Asyayê Mîno Dê Sîlva wiha got: “Em hemû heman pirsgirêkan dikşînin, niha jî derbarê van pirsgirêkan de gelek agahiyên me hene. Piştî me ev pirsgirêk naskirin divê em biryara derbaskirina wan, kêmkirina wan, an jî pêşîgirtina ji rûdana wan di pêşerojê de bigirin. Gelek jinên ku rastî şîdeta zayendî an jî destdirêjiyê hatine hene, dem hatiye ku em bibin xwedî hêza ku li hember van rawestin û li dijî wan têbikoşin.”