Navenda Nûçeyan – Li Mersînê piştî hilbijartina serokkomariyê a ku di 28’ê Gulanê hate çêkirin, grubên AKP’yî li taxa Kurdalî a girêdayî navçeya Toroslar ‘pîrozbahî’ lidarxistin. Muhammed Eslek yê 15 salî ê di nav grubê de cîh digirt, bi guleya çeka nenas ji serê xwe birîndar bû.
Muhammed Eslek yê ku bi guleyê giran bîrîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.




