Di nobeta edaletê de roja 432’emîn
Malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê berdewam dike, wiha got: “Yên ku xwe weke serdestên Rihayê dibînin winda dikin û di xwe de rû nabînin ku derkevin nava gel. Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin.”

Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 432’emîn de ye.
Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Ji bo ku daxwaza me ya edaletê pêk neyînin ma hûn dê heta kengî li ber xwe bidin! Yên ku xwe weke serdestên Rihayê dibînin winda dikin û di xwe de rû nabînin ku derkevin nava gel. Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin.”