Di nobeta edaletê de roja 316’an: Wê hemû deriyên edliyeyê bibin cihên nobeta edaletê
Nobeta edaletê ya malbata Senyaşar tevî barîna berfê û hewaya sar jî didome.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 316’an de ye.
Malbata Şenyaşar di roja 316’emîn a çalakiya xwe de tevî barîna berfê di seatên serê sibê de hatin li qada ku “Ji malbata Şenyaşar e edalet” hati nivîsandin. Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê hesabên Serokê TBB’ê Erinç Sağkan, Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul, Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê etîket kirin û ev parvekirin kir: Dayika Emîne “ger bi rêya darazê zilm berdewam bike, hemû deriyên edlileyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edeletê.”