‘Di nava hefteyekî de 2 jê jin 95 kes hatin darvekirin’
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’, ragihand ku di nava hefteyekî de 2 jê jin 95 kes hatin darvekirin.
Navenda Nûçeyan- Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî cezayên darvekirinê yê li Îranê tê pêkanîn hatiye destpêkirin, di hefteya 98’an de didome. Li seranserê welat, girtiyên 54 girtîgehan, li dijî cezayê darvekirinê û domandina pêkanîna wê, di greva birçîbûnê de ne.
Kampanyayê, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Îro li Îranê pirsgirêka darvekirinê, êdî ne cezayek e, sûcek birêxistinkirî û binpêkirinek bipergalî ya mafê jiyanê ye.” Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di nava hefteyek de 2 jê jin 95 kes hatine darvekirin û di 17 rojên dawî de jî zêdetirê 200 darvekirin hatine tomarkirin.
‘Darvekirin sûcek birêxistinkirî û binpêkirinek pergalî ya mafê jiyanê ye’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Di nava hefteyê de, parêzer Xosro Alîkordî ya yek ji piştgirên herî dilsoz a Kampanyayê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Em ji bo vê windakirina mezin, sersaxî ji civaka parêzerên alîgirê azadiyê, hemû xwediyên dozê û malbat, heval û hevpîşeyên Xosro Alîkordî re dixwazin. Îro li Îranê pirsgirêka darvekirinê, êdî ne cezayek e, sûcek birêxistinkirî û binpêkirinek bipergalî ya mafê jiyanê ye.”
Di rojên dawî de, girtiyê siyasî Karîm Khajesteh li Girtîgeha Lakan Reşt mehkûmê cezayê darvekirinê hate kirin. Li gorî daneyên hatine weşandin, di nava vê hefteyê de 2 jê jin 95 kes hatin darvekirin. Ji 23’ê Mijdarê û vir ve zêdetirî 200 darvekirin hatin tomar kirin. Yekane armanca vê pêkanînê, tepeserkirina civakê û pêşîgirtina serhildanên gel e."