Di nava 3'ê salan de li Rojhilatê Kurdistanê 410 jin hatine qetilkirin
Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi raporeke fermî rêjeya jinên ku di 3'ê salên dawiyê de li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetikirin eşker kir.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi raporeke fermî hejmareke tirsnak derbarê jinên ku di 3'ê salên dawiyê de li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetikirin eşker kir.
Komîteya lêkolînê ya Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) eşkere kir ku di heyama 3'ê salên borî de ji ber tundiya nav malbatê 410 jin li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û intîhar kirin, her wih di vê salê de jî 7 jin hatin qetilkir.
Di sala 2019'an de 133'ê jin hatine qetilkirin
Di Rapora ku di 5’ê Hezîranê de bi sernavê “Sûcên bê ceza” hate weşandin, ji derveyî eşkerekirina binpêkirinên mafê jinan de armanca wê ji bo peydakirina çaraseriyê ji bo êşên jinan heye. Li gorî heman raporê ku di sala 2019'an de, 133'ê jinan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de herî kêm 33'ê jin ji aliyên malbata xwe ve hatine qetilkirin, di nav wan de 5 jin bi hinceta namûsê hatin qetilkirin.
Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan ku di sala 2020'an de 94 jinan jiyana xwe ji dest dane ji wan 33'ê jin temen biçûk bûn di bin 18'ê salî re bûn, her wia 18'ê jin li ser destên endamên malbatê ve bi hinceta namûsê hatine qetilkirin û ji destpêka sala 2022'an ve 7 jin hatine qetilkirin.