Danişîna Leyla Guven hat taloqkirin

Danişîna doza ku bi angaşta "propagandaya rê xistinê" li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû vekirin, ji ber ku dozger mutalaaya xwe amade nekiribû taloq bû.

Amed - Danişîna doza ku ji yekkirina 3 dosyayan pêk dihat û bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Leyla Ji ber ku SEGBÎS xerabe bû Guven nikaribû ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tev li danişînê bibe û pê re têkilî bê danîn. 

Parêzerê Guven Serdar Çelebî ku tev li danişînê bû, diyar kir ku dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê nekiriye û got ku piştî pêşkêşkirina mutalaayê parastin bikin. 

Ji ber ku bi Guven re têkilî nehat danîn û dozger mutalaaya xwe amade nekiribû heyeta dadgehê danişînê taloqî 4'ê tîrmehê kir.