Li kampa Holê yek jê jin 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
Di roja heftemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de di nav de jinek 3 çete çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hesekê - Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye dest pê kirin, didome. Îro di roja heftemîn a operasyonê de di fêza 7'an a Iraqiyan de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.
Nav de jinek mamoste heye ku di konên vala de zarok li ser fikrê DAIŞ perwerde dikir. Her sê çeteyên DAIŞ’ê jî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.
Heya niha zêdetirî 115 konên ku weke cihê perwerdeya zarokan û dadgehkirinê ji aliyê çeteyan ve hatiye bikar anîn, hat dîtin û rakirin.