Di nav 5 mehan de 43 karkerên jin jiyana xwe ji dest da

Li gor agahiyên Meclîsa ÎSÎG’ê di pênc mehên destpêkê yê sala 2022’yan de 43 jê jin û 15 jê zarok; bi giştî 646 karker jiyana xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendûristiya Karkeran) Meclîsa ÎSÎG rapora xwe ya derbarê cinayetên karkeran de ragihand. Di raporê de hate ragihandin ku di nav 5 mehên destpêkê yê sala 2022’yan de 43 jê jin û 15 jê zarok; bi giştî 646 karker di cinayetên karkeran de jiyana xwe jidest dane.  

5 mehên destpêkê yên sala 2022’yan

Li gor rapora cinayetên Meclîsa ÎSÎG’ê di 5 mehên destpêkê yê sala 2022’yan de herî kêm 646 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji van di meha Çileyê de 120 karker, di meha Adarê de 109 karker, di meha Nîsanê de 129 karker û di meha GUlanê de 167 karker jiyana xwe ji dest dane.