Di meha Îlonê de 27 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Mêran di meha Îlonê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 27 jin û 4 zarok qetil kirin, 13 jin û 5 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Li gorî daneyên tundîtûjiya li hemberî jinan, ajansa Jinnewsê ku ji aliyê Gulşen Koçuk ve hatiye amadekirin di meha Îlonê de 27 jin û 4 zarok hatine qetilkirin û 13 jin û 5 zarok jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Li Bakurê Kurdistanê hema bibêje her roj jin û zarok tên hedefgirtin û qetilkirin li gorî daneyên sala 2022’an de tenê di nava 8 mehan de 236 jin hatine qetilkirin û kujerên wan jî ji aliyê edaletê ve li şûna ku werin cezakirin tên xelatkirin.

Ji aliyê mêrê herî nêz ve jin tên qetilkirin

Li gorî daneyan li Amedê jina bi navê Z.S. ji aliyê birayê mêrê pê re hatibû zewicandin M.S. ve rastî destdirêjiyê hatiye. Jina ku xwe parast girtin nezaretê. Z.S. yê ku sewkî dadgehê hat kirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Li gorî daneyên meha Îlonê 12 jin ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicandin ve, 6 ji wan ji aliyê xizmên xwe û 5 jin jî ji ber daxwaza berdanê kirine, 2 ji ber berdanê, 1 ji aliyê kurê xwe ve û yek jî ji aliyê mêrê ku nas nedikir ve hatine qetilkirin.

Daneyên heyî

Li gora daneyan li Edeneyê 3, li Stenbolê 3, li Gîresunê 3, li Gurgumê 2, li Manîsayê 2, li Bursayê 1, li Amasyayê 1, li Rihayê 1, li Bartinê 1, li Zonguldakê 1, li Erzînganê 1,  li Rîzeyê 1,  li Mêrdînê 1, li Antalyayê 1, li Kirşehîrê 1, li Şirnexê 1, li Dîlokê 1, li Samsûnê 1 û li Nîgdeyê jî jinek ji aliyê mêran ve hatine hedefgirtin û qetilkirin.

Tevî biryara dûrxistinê jî jin tên qetilkirin

Di meha Îlonê de jin tevî biryara dûrxistinê jî tên qetilkirin. Li navçeya Yuregira  Edeneyê jina bi navê Şermîn Sari ji aliyê Erhan Poyraz ê ku xwe jê dabû berdav ve hat qetilkirin. Şermîn 2 sal bûn xwe ji Erhan Poyraz dabû berdan, hat zanîn ku beriya were qetilkirin 4 rojan der barê mêrê kujer de biryara dûrxistinê hatibû girtin.

 Li navenda Ezrganê jî der barê Ahmet O. yê ku Handan O qetil kir de biryara dûrxistinê hebû.