Di karesata lehiya li Afganistanê de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan

Di karesata lehiyê li bajarê Logar ê Kabûlê de, di nav 48 saetên dawîn de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ji ber karesata lehiyê ku li eyaleta Logar a nêzî Kabûlê a paytexta Afganistanê di nav 48 saetên dawîn de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Dewletê ya Rêveberiya Afatê, got ku di nav 48 saetên dawîn de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî birîndar bûne. Waliyê Logerê Mewlewî Înayatullah Şuca ragihand ku karesata lehiyê ji ber şiliyê zêde çêbûye û ji ber lehiyê zêdeyî 3 hezar xanî zirar dîtine.

Rayedaran diyar kirin ku di karesata lehiyê de di meha dawî de li seranserê welat tê jiyîm de herî kêm 165 kes jiyana xwe ji dest dane.