Navenda Nûçeyan- Rayedaran ragihand ku di saetên siharê de ji ber hezazên li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê, herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û îhtimal e ku bi sedan kesan di bin axê de mabin.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal X’ê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û diyar kir ku ew ê her cure alîkariya pêwîst bikin.




