Ji jinan eleqeyek mezin a fuara pirtûkan

Fuara pirtûkan a navneteweyî ya Bingaziyê bi çalakiyên cur be cur berdewam dike, eleqeyek zêde ya jinan balê dikşîne, jin di fuarê de beşdarî gelek çalakiyên ku tên lidarxistin dibin.

Bingazi– Çalakiyên li fuara pirtukan a navneteweyî ku li bajarê Bîngazî yê Libyayê hat vekirin, tên, lidarxistin eleqeyek zêde ya jinan dibînin. Fuara ku di 16’ê Cotmehê de dest pê kir û wê di 25’ê Cotmehê de bi dawî bibe ji nav bajar û derveyî bajar gelek kes beşdar dibin. Ji gelek welatên Ereban 200 weşanxane beşdar bûne, di fuarê de roman, çîrokên zarokan, zanist, çand, huner, dîrokî û gelek pirtûkên din ên der barê mijarên cuda detên ditîn. Di fuarê de ji derveyî nasandina pirtûkan şêvbêrkên helbestan, semîner û danişînên diyalogê tên lidarxistin.

“Beşdarbûna zêde ya jinan cihê şanaziyê ye”

Tevlibûnek xurt a jinan, bi taybetî ya jinên ciwan ji bo çalakiyên di fuarê de heye. Koordînatora Komîteya Çandê ya fuarê nivîskar Rehab Sheneeb der barê fuarê de nirxandin kir û di çalakiyên bi vî awayî de bal kişand ser rola jinên Libyayê û wiha got: “Beşdarbûna zêde ya jinan û jinên ciwan di vê fuarê de cihê şanaziyê ye. Jin di çalakiyên ku li fuarê tên lidarxistin de cihê xwe digrin. Ev rewşe ji bo me cihê şanaziyê ye û çalakiyên bi vî rengî hişmendiya civakî û çandî zêde dikin.”

“Libyayê xwe îsbat kiriye ku paytexta çand û hunerê ye”

Çêkera bername û medyayê Wafaa Bujwari beşdarî vê fuarê bû, yek ji wan jinan e ku bi pirtûkên çîrok, helbest, roman ji derveyî wê jî bi pirtûkên ku rexnegir jî eleqe jê re nîşan didin diyar kir ku çalakiyên bi vî awayî girîngiya rola jinan di civakê de zêdetir dikin, bajarê Bingaziyê ku malavahiya çalakiyên bi vî awayî dike xwe daye îsbatkirin ku Libya paytexta çand û hunerê ye û wiha got: “Ji welatên cuda yên Ereban kombûna nivîskar û helbestvanan gelek girîng e, fikrên xwe parve dikin. Divê ev çalakiyên wiha werin dubarekirin.”