Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 492 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kesên di êrîşên hewayî yên Îsraîlê ku duh ji saetên sibehê ve didomin de, 35 jê zarok, 58 jê jin, 492 kesan, jiyana xwe ji dest dane, hejmara birîndaran jî bûye hezar û 645.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîlê ji saetên sibehê yên 23’ê Îlonê ve heta niha li dijî Lubnanê êrişên hewayî pêk tîne. Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bûye 492. Hejmara birîndaran jî hezar û 645 e.

Di daxuyaniya li Navenda Operasyonên Lezgîn a Tendirustiya Gel a girêdayî Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê de, der barê êrişên artêşa Îsraîlê yên duh ji sibehê ve li dijî Lubnanê pêk anîn de agahî hatin dayîn û hat diyarkirin ku di êrişan de heta niha 35 zarok, 58 jê jin 492 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Koçberî didome

Îsraîl ji saetên sibehê ve ji derveyî bajarên başûrê Lubnanê, li dijî herêmên Bekaa û Baalbekê êrişên hewayî berdewam dike. Li herêmên bakur ên welat, li paytext Beyrûdê û li herêmên din ên bakur pêla koçberiyê berdewam dike.

Hîzbullah bersiv dide

Hîzbullaha Lubnanê, ragihand ku du balafirgehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê, baregehek û fabrîqayeke teqemeniyan, bi 6 fuzeyan kirine hedef û êriş pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirgeha leşkerî Megiddo ya li rojavayê bajarê Afula yê li bakurê Îsraîlê bi fuzeya Fadî 1 û Fadî 2 li ser hev sê caran, hatiye bombebarankirin. Di heman demê de di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêma Zihron fabrîqeyeke madeyên teqemeniyê jî kiriye hedef. 

Li aliyê din Hîzbullah di daxuyaniyeke din de diyar kir ku  Artêşa Îsraîl di êrişa hewayî ya li dijî herêma Dahiye ya peytex Beyrûdê de îdia kiribû ku fermandarê leşkerî Alî Karakî jiyana xwe ji dest daye lê ne rast e, rewşa wî baş e û neqlî herêmeke bi ewle hatiye kirin.

Tugaya Îzzeddîn El Kassam a baskê leşkerî ya Hamasê ragihand ku di êrişa Îsraîlê li dijî Lubnanê de şeva din fermandarekî qadê jiyana xwe ji dest daye.

UNICEF: Li Lubnanê herî kêm 24 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) der barê êrişên Îsrailê yên li dijî Lubnanê pêk anîne de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya nivîskî de ev hat gotin: “Ji zêdebûna êrişên li Îsraîl û Lubnanê ku berdewam dike em bi fikar in. Ev êriş duh di saetên zû de li başûrê Lubnanê pêk hatin û herî kêm 24 zarokan jiyana xwe ji dest dan.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev şerê giran dibe ji bo sivîlan metirsî ye, zarokên herdu welatan ji derveyî ji cihên xwebûnê, bi bombebaranên dijwar û êrişên hewayî re rûbirûne loma pirsgirêkên nexweşiyên psîkolojîk dijîn.  

‘Lubnanî dizanin hûn derewan dikin’

Raportora Taybet a Filistînê ya NY’ê Francesca Albanese li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û daxuyaniyên serokên Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên; ‘artêşa Îsraîl li Lubnanê tenê Hîzbullah kiriye hedef’ nirxand û wiha got: “Weke Filistîniyan, Lubnanî jî dizanin hûn derewan dikin. Weke Filistîniyan Lubnanî jî dizanin ku ji bo lîdertiya Îsraîlê, berdewamkirina desthilatdariyê û ji bo li herêmê qirkirinê pêk bînin hûn çiqas bi daxwaz in û hûn çiqas bêwijdan in.”