Di êrişên Îsraîlê yê li ser Lubnanê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên îsraîlê yên li ser Lubnanê de herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîdar bûn. Hat ragihandin ku li herema êriş lê çêbûye 2 zarok jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşa hewayî yên Îsraîl yên li ser Baalbek û derdora wê gelîyê Bekka ya li rojhilatê Lubnanê de herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest daye, 58 kes jî birîdar bûne. Hat ragihandin ku  dinava birîndaran de bi birîndarên rewşa wan giranî hene û dibe ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.

Hate diyarkirin li herêma ku êrîş lê hatiye kirin 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî yê li Lubnanê di êrîşê de zirereke mezin gihandiye cihên sivîlan, yekineyên tenduristiyê yên li herêmê ji bo mudaxaleyî birîndaran bikin banga lezgînî hat kirin. Hat ragihandin ku kapasîteya navenda tenduristiyê tengav bûne.