Di êrişên Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa balafirên Îsraîlê ya li ser bajarê Hesbaye ya li başûrê Lubnanê de 3 rojnamevan hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku duh bi şev Îsraîlê bi balafiran şer bajarê Hesbaye yê li başûrê Lubnanê kir hedef û di encamê de 3 rojnamevanan jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku rojnamevanên hatine qetilkirrin, 2 ji wan karmendên televîzyona Meyadîn a Lubnanê bûn. Her wiha rojnamevanê din jî xebatkarê televîzyona Menar a ser bi Hizbullahê ve bû.