Di êrîşa li ser Hewlêrê de du kes mirin 3 zarok birîndar bûn
Di êrîşa bi drone ya li ser bajarê Hewlêrê Herêma Federal a Kurdistanê de, ji heman malbatê jin û mêrek jiyana xwe ji dest dan 3 zarok jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Li sînorê bajarê Hewlêrê yê Herêma Federal a Kurdistanê bi balafirên bêmirov çend êrîş çêbûn. Di êrîşan de ji heman malbatê jin û mêrek mirin, 3 zarok jî birîndar bûn. Di êrîşên ku 38 roj in didomin de heta niha li Herêma Federal a Kurdistanê 16 kes hatine kuştin. 96 kes jî birîndar bûne.
Duh bi şev bi du dronan êrîş li ser bajarê Hewlêrê çêbûn lê herdu dron ji aliyê pergalên parastina hewayê ve hatin xistin. Her wiha li bajarê Çarqurbe jî du dron hatin xistin. Hat diyarkirin ku yek ji dronan, li Tugaya 6’an a li Çarqurbeyê ketiye erdê. Li gorî hinek çavkaniyan di bûyerê de tu kes nemiriye.
Ji 28’ê Sibatê ve heta niha di êrîşên rejîma Îranê de 16 sivîl hatine kuştin û 96 kes jî birîndar bûne.