Hesekê – Dewleta Tirk îro di saetên nîvroyê de gundê Kerbetilî ê ku 5 km başûrî navçeya Dirbêsiyê dikeve, bi balafirên şer bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiya bi navê Ehlam Ebdilrezaq Remo (25) û zarokê wê Can Xalih (5) birîndar bûn.
Birîndar piştî li nexweşxaneya Dirbêsiyê destwerdana lezgîn dîtin, ji nexweşxaneyên Hesekê re hatin veguhestin.




