Di doza Firdevs Babat de gelek tiştên ku nayên zanîn hene!

Darizandina doza Ahmet Babat ê ku bi çeka birayê xwe Firdevs Babat qetil kir, bi pirsên nehatine bersivandin didome. Hat hînbûn ku nimûneya DNA’ê kesê 3’emîn a di îdianameyê de cih digre, nehatiye lêkolînkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex- Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebana Şirnexê, di 18’ê Tebaxa 2022’an de Ahmet Babat bi çeka birayê xwe Ramazan Babat ê ku cerdevan bû, Firdevs Babat qetil kir. Cenazeyê Firdevs Babat piştî rojekê di Çemê Hêzil de hat dîtin. Der barê Ahmet Babat ê ku piştî cenaze hat dîtin hat girtin de bi îdîaya "Bi zanebûn qetilkirina zarok" doz hat vekirin, danişîna duyemîn hefteya borî hat dîtin. Parêzera dozê Gokçe Baykal diyar kir ku îfadeyên bersûc hatine guhertin û îfadeyên şahidan berevajiyê hev in, bal kişand ku gelek mijarên divê bên zelalkirin hene.

Di dosyayê de gelek pirsên bêbersiv hene!

Di rapora otopsiyê ya Fîrdevs Babat a ku piştî tundî dît hat qetilkirin û wê avêtin Çemê Hezil de, tundiya ku lê hatibû kirin cih nagire. Hat hînbûn ku der barê êrîşa zayendî de jî tu lêkolîn nehatiye kirin. Ahmet Babat ê ku piştî mukirhatina sûcê xwe hat girtin, bi hinceta "ewlehiya jiyanê" sewqî girtîgeheke din hat kirin, di danişîna dawî ya hat dîtin de îfadeyên bi nakok da.

Em der barê pêvajoya dosyaya ku pirsên bêbersiv tê de cih digrin de, bi parêzera dosyayê Hediye Gokçe Baykal a ji Komeleya Pêşî Jin û Zarokan re axivîn. Hediye Gokçe Baykal di axaftina xwe diyar kir ku danişîn taloqî 3'yê Tîrmehê hatiye kirin û di dosyayê de hê jî gelek gumanên ku divê bên zelalkirin hene, da zanîn ku der barê nasnameya kesê sêyemîn ê li cihê  bûyerê de tu lêkolîn nehatiye kirin.

'Dozgeriyê gumana kesê sêyemîn paşguh kir’

Hediya Gokçe Baykal diyar kir ku di bûyerê de ji bilî sûcdar kesên din jî hene û der barê vê yekê de gumanên cidî hene û van agahiyan parve kir: “Tevî ku di delîlên nava dosyayê de di navbera neynûkên bersûc de nîmûneyên DNA'yê yên aîdê mêrêk din hatin dîtin jî dozgeriyê lêkolînkirina vê mijarê pêk neanî. Tesbît nekiriye ku ev nimûneya DNA’yê aydê kê ye. Ev yek bi rastî jî rewşek e ku îhtîmala kesê sêyem jî di bûyerê de cih bigre pir zêde dike lê dozgeriyê vê mijarê paşguh kiriye.”

'Daxwaza me ya keşfê hat redkirin'

Hediye Gokçe Baykal bal kişand ku dadgehê ji bilî lêkolîna DNA'yê daxwaza keşfê jî red kiriye û di berdewamiya axaftina de wiha got: "Ji ber ku bersûc di îfadeyên xwe yên ewil de gotibû ketine têkiliya zayendî, em difikirin ku sûcekî êrîşa zayendî jî derdikeve holê. Ji ber ku dema Firdevs hat qetilkirin 17 salî bû. Ji ber vê sedemê daxwaza me ya îxbarkirina sûcê ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ‘dibe rizaya wê hebe’ hat redkirin. Bi vê yekê re îfadeya hemû şahidan bi nakok e, me ji bo eşkerekirina wan daxwaza keşfê kir. Me got bila dadgeh li cihê bûyerê keşîf bike lê dadgehê di vê qonaxê de vê daxwaza me jî red kir. Biryar da ku tenê ji bo derketina kirokiya cihê bûyerê ji leşkeran re nivîsek binivîsîne.”

‘Meqema ku divê gumanên heyî ji holê rake dadgeh e’

Hediye Gokçe Baykal, diyar kir ku dê di danişîna bê dîtin de şahid bên guhdarîkirin û da zanîn ku bersûc di danişîna dawî de bi awayê ku pêkhatina bûyerê biguhere îfade daye. Hediye Gokçe Baykal wiha axivî: “Bersûc di dosyeyê de îfadeyên li dijî delîl û rapora tiba edlî da. Mînaka herî hêsan, tevî ku tê gotin çek di dema nîqaşê de teqiyayê jî di rapora otopsiyê de tê diyarkirin ku ji mesafeyek dûr ve gule hatiye berdan. Ji ber vê yekê îfadeyên wî pir bi nakok in û gelek mijarên ku divê bên lêkolînkirin hene. Em ê di her dozê de ji dadgehê daxwaz bikin ku têkildarî van gumanan lêkolîn bike. Di navbera îfadeya wê ya yekem û duyem de cudahiyên zêde hene. Ya ku divê gumanê ji holê rake dîsa dadgeh e. Bavê bersûc jî dê wekî şahid hatibûya guhdarkirin lê dema ku jê re mafê wî ya vekişîna şahidiyê hat vegotin, îfade neda.”

'Bûyer bi plankirî pêk hatiye'

Hediya Gokçe Baykal, diyar kir ku dîsa divê doz ne bi sûcê "kuştina bi zanebûn", "kuştina bi qestî" bê meşandin û da zanîn ku dadgehê der barê van daxwazan de tu biryarek nedaye. Hediye Gokçe Baykal, da zanîn ku ji awayê pêvajoya bûyerê pir eşkere ye ku bûyer bi plankirî hatiye pekanîn û wiha got: "Pir eşkere ye ku bûyer bi xwînsarî pêk aniye û bûyer ne tiştekî wisa ye ku di vê kêliyê de pêk hatiye. Divê beriya her tiştî awayê bûyerê derbikeve holê. Piştî ku bûyer derket holê, em ê vê daxwaza xwe di her qonaxê de, di qonaxa îstînafê de jî bînin ziman.”

'Di bûyerê de gelek mijarên ku divê bên zelalkirin hene'

Hediye Gokçe Baykal di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di darizandinê de gelek mijarên ku divê bên zelalkirin hene û wiha axivî: “Em hê di destpêka dozê de ne. Ji bo edalet were bicihanîn û heqîqet derkeve holê çi ji destên me bê em ê bikin. Nakokiyên îfadeyên şahidan, guhertinên di îfadeyên bersûc de û dîsa nimûneyên DNA’yê yên di navbera neynûkê de, di dosyayê de gelek mijarên ku pêdivî bi lêkolînê heye, hene. Ji bo zelalbûna hemû van tiştan çi ji destên me bê em ê di pêvajoya hiqûqî de bikin.”