Navenda Nûçeyan- Wezareta Dadê ya DYE’yê, têkildarî doza Jeffrey Epsteîn ê ku bi avakirina tora fuhûşê ya li dijî zarokan dihat sûcdarkirin, mirî hat dîtin belgeyên nû weşand. Di dosyaya Espsteîn de jinên ku di zarokatiyê de hatine revandin û rastî destdirêjiyê hatine, di medyaya dîjîtal de bi etîketa #EpsteinFiles tiştên ku jiyane vegotin.
Jinan wêneyên xwe yên zarokatiyê girtin vîdyoyên bi gotinên “Min pir êşan kişand”, “Li dijî tarîtiyê dema girtina çirayan e” parve kirin.




