Di dosya Hatice Atalay de jî kiriyar nediyare
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bal kişand ser qetilkirina Hatice Atalay a sala 1996’an ji aliyê Tevgera Tîmên Taybet ve.

Amed - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 640'an de li ser înternetê kom bûn û daxuyanî dan. ÎHD'ê û Xizmên windayan vê hefteyê cih dan çîroka Hatîce Atalay a 10'ê îlona 1996'an li Navçeya Pîranê di gulebarana Tîmên Tevgera Taybet a Midûriyeta Polîsan a Pîranê de jiyana xwe ji dest dabû.
“Di dosyayê de fail nehatin ronî kirin”
Rêveberê ÎHD a Amedê Mustafa Altintop anî ziman ku di 10'ê Îlonê de Hatiye Atalay û cîranên wê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê dema baxçe av didan, Tîmên Tevgera Taybet li ser wan gule barandin û wiha got: "Tîmên Taybet ji ser Girê Ziyaretê gule li baxçe reşandin. Hatiye Atalay dema baxçe av dida di êrîşê de birîndar bû. Ji ber ku polîsan destûr neda Hatice Atalay rakin nexweşxaneyê û dan sekinandin, zêde xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya cenazeyê Hatice Atalay, teslîmî malbatê kirin. Bêyî ku serdozgerê komarê bûyerê lêpirsîn bike û faîlan ronî bike, ser dosyayê girt. Ji wê demê heta niha rayedarên darazê lêpirsînek çalak û serbixwe nedan meşandin û faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin."